Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîka tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14/12/ 2022an ligel Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski civiya.

Di civînê de serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên payebilind, karnameya Hikûmeta Federal a Iraqê, karkirina bo bihêztirkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina kêşeyên ligel Herêma Kurdistanê li ser binemaya destûrê, sîstema federalî û serdanên berdewam ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo dirustbûna têgihiştineke hevbeş, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser karê hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê û aliyên siyasî yên welat de bi giştî kirin û hevnêrîn bûn li ser giringiya piştevanîkirina serokwezîr û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal. Rewşa heye jî bi derfet zanîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û cibicîkirina karnameya Hikûmetê. Herwiha tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan, kirin.

Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku giring e têgihiştin û nêrînek hevbeş hebe ji bo çawaniya birêvebirina welat û birêvebirina saman û dewlemendiyên Iraqê bi awayekî ku kar û xizmetguzariyên baştir ji welatiyan re dabîn bike û bibe sedema aştî, aramî û parastina serweriya welat.

Girîngiya parastina aramiya sînoran û karkirina hevbeş li ser vê pirsê, pirrengkirina çavkaniyên enerjiyê, handana sermayeguzarî û veberhênanên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêkên li pêşiya wan û pêwendiyên Iraqê ligel welatên cîran û navçeyê, mijarên din ên civînê bûn.