ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve hevalekî me revand

Civîna ENKSê
Civîna ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), radigihîne ku endamekî wê ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hatiye revandin û daxwaza berdana wî dike.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve roja 12/12/2022an endamê Xwecihiya Tirbesipiyê ya ENKSê û Nûnerê Tevgera Ciwanên Kurd Ednan Îsmaîl Remo ji nava zeviyê wî revand.”

Li gorî daxuyaniya ENKSê, wê grûpê bi ser mala Ednan Îsmaîl Remo de jî girt û pişknîn kir û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

ENKS dibêje, ev şêwazên revandinê û kiryarên tirsandinê, berûvajî prensîbên mafên mirovan e û şert û mercên jiyanê yên dijwar, aloztir dike.

ENKS revandina endamê Encûmena Xwecihî ya Tirbesipiyê şermezar dike û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wî, berdana wî, rawestandina van kiryaran û binpêkirinên li dijî endamên xwe û hemû welatiyan dike.

Ev ne cara yekem e ku endam û alîgirên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê asayiş û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve têne revandin, pêştir gelek caran endam û alîgirê wê hatine revandin û ofîs û baroyên wên hatine şewitandin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, PYD bi siyaseta xwe, Rojavayê Kurdistanê ber bi metirsiyên mezin dibe û bûne sedema wêranî, koçberkirin, têkçûna rewşa ewlehî û aboriyê.