Karayilan: Eger Tirkiye heta bi 30 km bikeve hundir, ji xwe Rojava ji holê radibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Murad Karayilan radigihîne, Eger Tirkiye êrîş bike, ew ê destekê bidin Rojavayê Kurdistanê û biparêzin. Karayilan herwiha bang li gelê Rojavayê Kurdistanê jî kir ku ger Tirkiye operasyoneka bejahî bike, divê xelk mal û milkên xwe bi cih nehêlin.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Murad Karayilan ji televîzyona partiya xwe re li ser gef û êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Niha li dijî Rojavayê Kurdistanê teror tê kirin. Ev yek siyaseta qirkirinê ye. Siyaseta înkarkirina Kurdan e. Divê hêzên navneteweyî nebin hevparê vê siyasetê.”

Murat Karayilan got jî: “Konsepta dewleta Tirk tunekirina destketiyên Kurdan hemûyan e, siyaseta qirkirinê ye. Di vê çarçoveyê de naxwaze Kurdên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî îdareyeke xweser bin. Dewlet dixwaze sînorên Mîsakî Mîllî dagir bike. Hikumeta AKP-MHP dixwaze ji aliyekî ve vê konseptê bimeşîne, li aliyê din jî ji bo karibe di hilbijartinê de dengan werbigire.”

Karayilan got jî: “Ji bo vê jî destpêkê xwastin li Başûrê Kurdistanê encamê bi dest bixin. Lê belê eşkere bû ku ew nikarin li Zapê çîrokeke serketinê ji bo xwe biafirînin. Lewma jî bi rengekî şênber berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê.”

Aşkere kir jî: “Bêguman tenê hesabê wan li ser hilbijartinê nîne. Hesabê wan ê ji bo tunekirinê heye. Dewleta Tirk di vê mijarê de ne tenê dixwaze Rêveberiya Xweser ji holê rake, ew dixwaze Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê derxîne. Dixwaze Rojava bi temamî ji Kurdan bistîne, her derê bike mîna Efrînê.”

Karayilan got jî: “Tirkiye ne tenê êrîşî Kurdan dike, di heman demê de êrîşî Ereb û Asûrî-Suryaniyên welatparêz jî dike. Dixwaze Erebên ku ajanên wan e bi cih bikin. El Nûsra, DAIŞ û malbatên wan bi cih dikin.”

Karayilan amaje bi rêkeftina Tirkiye û Rûsya ya sala 2019an li Soçî kir û daxwaza Tirkiyê ya dûrketina 30 km ji sînor kir û got: “Erdogan behsa avakirina herêmeke tampon a ji 30 km dike. Eger heta bi 30 km bikevin hundir, ji xwe Rojava ji holê radibe. Yanî sînorê Rojava heta wê derê ye. Polîtîkayeke bi vî rengî qirkirin e.”

Her di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî berî hefteyekê di hevpeyvîneke ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” de diyar kiribû, hêzên wan pabendî hemû rêkeftinên hatine kirin bûne, çi yên bi rêjîma Sûriyê re û çi yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatin kirin û hêzên HSDê 30 km dûrî sînorê Tirkiyê ne.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Murad Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got jî: “Di vê mijarê de divê bê zanîn ku rast e êrîş li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, lê belê ev siyaset li dijî Kurdan hemûyan e. Eger li wir bi ser bikevin, dê li ti cihî Kurdan nehêlin.”

Karayilan destnîşan kir jî: “Tirkiye niha bi firoke û tankan êrîş dike, li binesaziyê dide, li firineyan, av, petrol, nexweşxane, dibistanan û li her tiştî dide. Dixwaze gel bide revandin û wê derê ji jiyanê xalî bike. Dixwaze gel ji wir derxîne û mirovên xwe lê bi cih bike. lê belê gelê me tevî vê yekê jî li cih û warê xwe ye. Ewqas êrîş kirin, lê nekarîn bidin koçberkirin.”