Bilind Îsmaîl: Ji bilî gotûbêjê ti rêyeke din li ber PDK û YNKê tune ye

Berpirsê Liqa Du ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ragihand, her dema ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade be, ew wek PDK dê serdana wan bikin.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Liqa Du ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ragihand, her dema ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade be, ew wek PDK dê serdana wan bikin û dibêje, PDK û YNK ji bilî gotûbêjê ti rêyeke din li ber wan tune ye.

Bilind Îsmaîl beşdarî bultena taybet a Kurdistan24ê ya li ser destpêşxeriya ji bo gotûbêja aliyên siyasî bû û ragihand, nîgeraniya PDKê jî heye, lê belê naxwaze li medyaya civakî û ragihandinê, peyaman bişîne û ji ber vê yekê xelkê Herêma Kurdistanê nîgeran bibe.

Îsmaîl li ser çareserkirina kêşeyên PDK û YNKê bal dikşîne ser rêya gotûbêjê û dibêje: “Kêşeyên navbera PDK û YNKê hatine mezinkirin û dibe ku bi rûniştinekê an bi du rûniştinan hemû werin çareserkirin.” Herwiha eşkere kir ku gelek karên din ên mezin hene dikarin bi hev re encam bidin.

Bilind Îsmaîl destnîşan kir: “Nabe ti partiyeke siyasî gefa du îdareyî an vekişîna ji hikûmetê, an jî çûna hembêza Bexdayê, wek karteke siyasî bi kar bîne an jî xwe wek xwediyê serweta navçeyekê bibîne, da ku gefê li aliyekî din bixwe, ev xeta sor e, nabe ti aliyek destê xwe bibe wê.”

Bi mebesta dirustkirina zemîneke aştiyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û lîstina rola medyaya netewî, Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê wek erkekî niştimanî, destpêşxeriya aştiyê li jêr hashtaga "#Yekrêzî_Kurdistanê_Bihêztir_Dike" helmeteke medyayî dest pê kiriye û nêrînên hemû aliyên siyasî û kesayetên niştimanî û netewî, bi armanca nêzîkbûna aliyan û çareseriya kêşeyan, pêşkêş dike.