Hefteya bê Putin diçe Belarûsê

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a AFPê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hefteya bê dê serdana Belarûsê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a AFPê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hefteya bê dê serdana Belarûsê bike.

Îro Înê, ajansa AFPê ragihand, biryar e roja Duşemê 19ê Berfanbara 2022yan Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Belarûsê bike û biryar e ji aliyê Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko ve were pêşwazîkirin.

Aleksandr Lukaşenko bi wê yekê tê nasîn ku pêwendiyeke wî ya baş ligel Vladimir Putin heye û yek ji hevpeymanên Moskowê ye, ku di şerê Ukraynayê de roleke bi bandor di berjewendiya Moskowê de lîstiye.

Beriya niha jî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandibû, di çend mehên bê de mûşekekê dê bidin Belarûsê ku şiyana wê ya hilhirtina atomî heye.