Rûsya ji bo êrîşkirina ser Kîevê amadekariyê dike

Fermandarê Bilind ê Artêşa Ukraynayê Valeri Zaluzhny pêşbînî dike ku ji destpêka sala bê ve, Rûsya êrîşî Kîeva paytexta Ukraynayê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku şer kete bereyên başûr û rojhilatê Ukraynayê, Fermandarê Bilind ê Artêşa Ukraynayê Valeri Zaluzhny pêşbînî dike ku ji destpêka sala bê ve, Rûsya êrîşî Kîeva paytexta Ukraynayê bike.

Valeri Zaluzhny ji rojnameya The Economist a Brîtanî re ragihand, erkê me yê dahatû giran e û divê em xwe ji bo şerekî giran û mezin amade bikin.

Zaluzhny eşkere kiriye: “Dibe ku di meha Sibata bê de şerek dest pê bike û Moskow êrîş bike ser Kîeva paytexta Ukraynayê.”

Herwiha diyar kiriye: “Gumana min li ser wê yekê tune ye ku Rûsya car din hewla kontrolkirina Kîeve bide.”

Fermandarê Bilind ê Artêşa Ukraynayê Valeri Zaluzhny dibêje: “Divê hemû amadekarî werin kirin, hejmara zirxpoş, top û dûravêj werin amadekirin.”

Li ser ast û amadehiya artêşa Ukraynayê, Valeri Zaluzhny di wê baweriyê de ye ku kêşeya artêşa wan parastina bereyên başûr û rojhilat e û dibe ku li wan deran xakên din jî ji dest bidin.

Li gor gotinên Zaluzhny, Rûsyayê dest bi bombebarankirina jêrxanên Ukraynayê kiriye, li aliyê din jî bi amadekariya encamdana êrîşeke mezin bi ser Kîevê de mijûl in.