Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19/12/2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê li Hewlêrê Fuad El-Micalî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser dostaniya dîrokî ya di navbera Şahnişîna Urdinê û gelê Kurd de û pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de hate kirin.