Li Stenbolê 30 berpirs û endamên HDPê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çalakiya îro ya HDP li Stenbolê de, herî kêm 30 berpirs û endamên HDPê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, endam û alîgirên HDPê îro li Kadikoya Stenbolê ji bo şermezarkirina polîsê ku sîle li Ferhad Encu dabû kom bûn, lê hêzên ewlekariyê destûr neda çalakiyê û gelek kes hatin desteserkirin.

Peyamnêrê me diyar kir jî, Hêzên ewlehiyê li derûdora hevserok û parlamenterên HDPê dorpêç kiriye û nehîşt ew daxuyaniyê bidin.

Her wiha da zanîn, Gevserokên Şaxa Stenbolê yên HDP Ferhad Encu û Îlknur Bîrol û gelek endamên Meclîsa Partiyê yên HDP jî di nav de, herî kêm 30 kes hatin desteserkirin.