22 sal di ser komkujiya girtîgeha Umraniyê re derbas bûn

22 sal berê di 19ê Berfanbarê de li 20 girtîgehên Tirkiyê operasyona bi navê “Vegara li Jiyanê” hate destpêkirin ji bo cîbicîkirina pergala îzolasyonê. Lê di vê operasyonê de 30 girtî û 2 leşkeran canê xwe ji dest dan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - 22 sal berê di 19ê Berfanbarê de li 20 girtîgehên Tirkiyê operasyona bi navê “Vegara li Jiyanê” hate destpêkirin ji bo cîbicîkirina pergala îzolasyonê. Lê di vê operasyonê de 30 girtî û 2 leşkeran canê xwe ji dest dan. Ji bo protestokirina bûyerê piştî operasyonê bi sedan girtî ketin grêva birçîbûnê û jiyana xwe ji dest dan. 3 hezar kes jî hatin binçavkrin. Komeleya Mafên Mirovan jî ji bo bîranîna wê rojê li Stenbolê li ber girtîgehê çalakiyek li dar xist.

Di sala 2000an de dewleta Tirkiyê xwest li girtîgehan pergala îzolasyonê karîger bike. Li dijî vê pergalê li zêdetirî 20 girtîgehên Tirkiyê serhildan pêk hat û girtiyan grevên mirinê yên birçîbûnê dane destpêkirin. Di 19ê Berfenbara sala 2000an de li van 20 girtîhegan bi awayekî hevdem bi rêya leşker û polîsan operasyonek dane destpêkirin. Di encama operasyonê de 2 jê leşker 30 jî girtî 32 kesan canê xwe ji dest da. Komeleya Mafên Mirovan jî bo bîranîna vê rojê li ber deriyê girtîgeha Umraniyê ya bi ser Stenbolê ve daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Seroka Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir: “Rayedarên dewletê ev komkujî û êrîşa li dijî girtiyên bê çek û mertal heta dawiyê parastin. Girtiyên ku ji vê bûyerê sax derketin jî îşkence li wan hate kirin û tecrîdeke giran li ser wan hate meşandin. 22 sal bi ser bûyerê re derbas bû lê sûcdar nehatin sizadan.”

Li gorî raportan di operasyona girtîgeha Umraniyê de ku tam 4 rojan dom kir, mekîneyên kar, çek û demançe, narincokên gazê û çekên kîmyewî yên agirî hatibûne bikaranîn. Şahida wê rojê û parêzera xizmên girtiyên canê xwe ji dest dane ku di heman demê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan e Eren Keskîn derbarê bûyerê de bo Kurdistan 24ê axivî.

Eren Keskîn diyar kir: “Em şahidê wan demên dilsotîner in. Divê em navên sûcdarên wê demê her tim bi bîr bixin. Di wê demê de Serokkomar Ahmet Nejdet Sezer bû, Serokwezîr Bulent Ecewît, Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Turk û Wezîrê Karê Navxwe jî Sadettîn Tantan bû.”

Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bang li hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje; operasyona bi navê "Vegera li Jiyanê" yanî Komkujiya 19ê Berfenbarê li dijî mirovahiyê sûcekî mezin e, heta proseya darazê di vê çarçoveyê de bê meşandin û encam bide ew ê şopînerê vê bûyerê bin. Herwiha komeleyê ragihand ew vê rojê wek “Ji bo Mafên Mirovî di Girtîgehan de Roja Hevkarî û Têkoşînê” radigihînin.