Nûnerê Çînê: Divê dawî li êrîşên Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Sûriyê bê anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Çîn banga rawestandina êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê dike, Tirkiye jî bersiv dide, Ew ê ji bo parastina sînorên xwe berdewam şerê YPGyê bikin.

Cîgirê Nûnerê Çînê yê li Netewên Yekgirtî Geng Shuang duhî li Netewên Yekgirtî di rûniştinekê li ser pirsa Suriyeyê de behsa êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û got, Sûriye dewleteke xwedî serwer e û bi çi hincetî bibe bila bibe, operasyoneke leşkerî ya li nav xaka Suriyê, binpêkirina mafê serweriya wê ye û divê Tirkiye operasyonên xwe rawestîne.

Nûnerê Çînî got: “Em bang li Tirkiye û Îsraîlê dikin ku dawî li van êrîşan bînin û bi diyalogê bigihin çareseriyan û hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûriyê neyasayî ye û ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyên Sûriyê, divê ew hêz vekişin.”

Li hemberê jî, Nûnerê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu jî nerazîbûn li dijî Çînê nîşan da û got, şerê wan li dijî terorê ye û ji bo parastina sînor û xelkê xwe dê berdewam şerê YPGyê bikin.