Serbest Lezgîn: Dibe ku Îtalya hejmara şêwirmendên xwe yên li Herêmê zêde bike

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, egera wê yekê heye ku di sala bê de Îtalya hejmara şêwirmendên xwe yên serbazî yên li Herêma Kurdistanê zêde bike.

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, egera wê yekê heye ku di sala bê de Îtalya hejmara şêwirmendên xwe yên serbazî yên li Herêma Kurdistanê zêde bike.

Serbest Lezgîn derbarê serdana Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Miloni bo Herêma Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, serdana Serokwezîra Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê, nîşaneya wê yekê ye ku pêwendiyên xurt di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de hene, gelek caran jî rayedarên din ên Îtalyayê serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Lezgîn diyar kir: “Pêgeheke girîng a Îtalyayê heye di warê serbazî de, yekji endamên aktîv ên NATOyê ye. Em wek Wezareta Pêşmerge kêfxweş in bi serdana Serokwezîra Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê. Îtalyayê di sala 2014 û 2015an de roleke bi bandor di rûbirûbûna DAIŞê de lîst.”

Derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de, Birîkarê Wezareta Pêşmerge diyar kir: “Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di asteke gelek baş de ne. Beriya niha çend caran Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Îtalyayê kirin, cografyaya Herêma Kurdistanê ji bo Îtalyayê gelek girîng e, ew pêkvejiyan û seqamgîriya ku li Herêma Kurdistanê heye, xaleke bihêz e, loma welatên cîhanê dixwazin pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê pêşve bibin, Îtalya jî yek ji wan welatan e ku dixwaze ligel Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe pêş bixe.”

Serbest Lezgîn eşkere kir ku diçend salên borî de Îtalya çendîn car çek dane hêzên Pêşmerge, di nav wan çekan de dije tank û doçka hene, herwiha rola wê ya sereke hebû di rahênankirina hêzên Pêşmerge de û got: “Weke ku em agahdar in, tîma şêwirmendên Îtalyayê dixwazin berdewam bin di perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge de.”

Derbarê metirsiya terorê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Serbest Lezgîn eşkere kir, metirsiya terorê bi giştî li Iraqê berdewam e, dibe ku di sala bê de hejmara şêwirmendên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê were zêdekirin, da ku asta hêzên Pêşmerge were bilindkirin, ku ev armanca Hevpeymanan e.