Kurdên li Fransayê li dijî êrîşa Parîsê xwe pêşan didin

Revenda Kurd a li Parîsê, li dijî êrîşa ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kuştina 3 welatiyên Kurd, xwe pêşan didin.

Hewlêr (K24) – Revenda Kurd a li Parîsê, li dijî êrîşa ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kuştina 3 welatiyên Kurd, xwe pêşan didin.

Îro Şemiyê 24ê Berfanbara 2022yan, careke din revenda Kurd a li Parîsê li dijî êrîşa ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kuştina sê welatiyên Kurd û birîndarbûna sê welatiyên din, xwe pêşan didin.

Ev di demekê de ye ku duh 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxanekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin derbarê êrîşê de ragihand, bi awayekî zelal diyar e ku çekdar kesên biyanî kirine armanc.

Gerald Darmanin eşkere kir, êrîşkar beriya niha şofêrê trênê bûye û xanenişîn bûye, "lê belê bi awayekî zelal em nizanin gelo êrîşkar bi taybetî xelkê Kurd kiriye armanc an na".

Yek ji wan kesên ku di êrîşa çekdarî de hat kuştin, hunermendê Kurd Mîr Perwer e.

Êrîşkar hat desteserkirin û piştî destesekirina êrîşkar û belavbûna hinek zanyariyên derbarê bûyerê de, Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.