Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa Parîsê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da û diyar kir: “Ez kuştina 3 Kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im.”

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da û diyar kir: “Ez kuştina 3 Kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im.”

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got: “Ez kuştina 3 Kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im. Ez ji bo hevxemiyê spasiya Serok Macron dikim. Ez bawer im ku rayedarên Fransayê dê dadmendiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re pêk bînin. Fransa her tim piştevanê gelê Kurdistanê bûye.”

Duh 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxanekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin derbarê êrîşê de ragihand, bi awayekî zelal diyar e ku çekdar kesên biyanî kirine armanc.

Gerald Darmanin eşkere kir, êrîşkar beriya niha şofêrê trênê bûye û xanenişîn bûye, "lê belê bi awayekî zelal em nizanin gelo êrîşkar bi taybetî xelkê Kurd kiriye armanc an na".

Yek ji wan kesên ku di êrîşa çekdarî de hat kuştin, hunermendê Kurd Mîr Perwer e.

Êrîşkar hat desteserkirin û piştî destesekirina êrîşkar û belavbûna hinek zanyariyên derbarê bûyerê de, Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.