Brîtanya armanckirina serkirdeyekî DAIŞê li bakurê Sûriyê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Brîtanî ragihand, wê bi riya dronekê berî rojan çekdarekî DAIŞê li bajarê El-Babê yê li gundewarê rojhilatê Helebê kiriye armanc.

Wezaretê di daxuyaniyekê de aşkere kir, droneke “Reaper” ji nêzîk ve çavdêriya avahiyek li nêzîkî bajarê El-Babê dikir ku herî kêm terorîstekî çalak ê DAIŞê tê de bû.

Got jî, wê droneyê du mûşekên “Hellfire” ew avahi kire armanc, bêyî ku ti metirsiyê li ser sivîlan çêbike.

Wezareta Berevaniyê ya Birîtanî hûrgilî û nasnameya kesê ku di 20ê Berfanbarê de kiriye armanc, aşkere nekir, lê çavkaniyên taybet ji malpera “Inib Beledî” re gotin ku ew ji regeza Yemenî ye û navê wî “Basaa Ehmed El-Sewadî” ye û bi nasnavê “Ebû Yasir El-Yemenî” tê naskirin.

Li gorî wê malperê jî, El-Sewadî ji aliyê “polîsên leşkerî û îstixbarata Tirkî ve” li nexweşxaneya El-Babê di bin çavdêriyeke giran de ye, ku piştî êrîşê birîndar bûbû û ji bo nexweşxaneyê hat birin.

Ji aliyekî din ve, çalakvanan wêneyê kesekî di serê xwe de birîndar bûye li “Telegram” belav kirin û hat gotin ku ew El-Sewadî ye.

Ev êrîş, berdewamiya Operasyona “Shader” a li dijî DAIŞî tê ku Brîtanya di 9ê Tebaxa 2014an de, piştî jenosîda Kurdî Êzidî û pêkhateyên din li dest pê kiribû.