Ebdulxaliq Telhet: Metirsiya zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê li navçeyên Kurdistanî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê de aşkere kir, metirsiya zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye.

Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş de Ebdulxaliq Telhet duhî Yekşemê ji K24ê re ragihand, eger rêkeftina di navbera artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge de ya ji bo birêvebirina navçeyên nakok neyê cîbicîkirin, metirsiya zêdebûna êrişên DAIŞê li van deveran heye.

Telhet got, divê karê lîwayên hevbeş û dabînkirina bûdce û pêdawîstiyan, bi pesendkirina bûdceya Iraqê bileztir bibe.

Di vê derbarê de, Rojnameya “Wall Street Journal” ragihandibû, DAIŞ xwe bi hêz dike û plan û stratejiyên xwe guhertiye ku êrişî hêzên ewlehiyê bike, bi taybetî li Kerkûk û Diyala.

Rojnameya “Wall Street Journal” got ku DAIŞê li Iraqê vegeriya ye û tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de hejmara çalakiyan zêdetir bibe.

Destnîşan kir jî, tevgerên vê dawiyê yên DAIŞê tenê destpêka kampanyayeke mezin a terorê ye li Iraqê, eger berpirsên ewlehiyê zû gavên pêwîst neavêjin, dê ziyanên DAIŞê zêdetir bibin.

Di vê derbarê de, Fermandeyê Bereya Şeş a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehandibû, ew hewlên xwe yên ji bo avakirina 2 lîwayên hevbeş bi Iraqê berdewam dikin, ku armanca wan bihêzkirina hemahengiya şerê li dijî DAIŞê ye.

Her wiha tekez kir, avakirina wan her du lîwayan pêwîst e bo nehîştina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.