Mezlûm Ebdî: Amadekariyên xeternak ên DAIŞê hene

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê ya li Reqayê ragihand, "agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin".
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê ya li Reqayê ragihand, "agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin".

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em liv û tevgerên şaneyên terorîst ên DAIŞê yên li Reqayê ji nêz ve dişopînin. Îro danê sibê şaneyên wê avahiyên asayîş û leşkerî li bajêr kirin armanc û di encamê de 6 şervan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.”

Ebdî diyar kir: “Ev tevgerên terorîstî hevdem in ligel gefên berdewam ên Tirkiyê ku ewlehî û aramiya herêmê dike armanc.”

Fermandarê Giştî yê HSDê destnîşan kir: “Agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin. Divê em biçûk nebînin.”

Îro 26ê Berfanbara 2022yan, sê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di êrîşeke çekdarên şaneyên girêdayî DAIŞê de li taxa Diriyê ya rojavayê Reqayê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên şaneyên girêdayî DAIŞê êrîşî baregeheke HSDê li nêzîkî zîndana Îstixbaratê ya li rojavayê Reqayê kirin û di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.

Ev yek piştî wê tê, îro hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kirin.

Jêderekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir, di êrîşê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan kembera teqîner li xwe kiribû.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2022an ve 199 operasyon ji aliyê grûp û şaneyên çekdar ên DAIŞê li deverên bin kontrola HSDê de hatine kirin.

Li gorî belgeyên Rewangehê jî di van êrîşan de 54 sivîl û 89 şervanên HSD û asayiş û hêzên din ên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine kuştin. Ev yek jî ji bilî êrîşa li ser zîndana Hesekê ya ku tê de ziyanên mezin derketin.