Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê hat girtin

Ji 15 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 13 kes bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.
Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun
Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji 15 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 13 kes bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan. Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun hat girtin û îfadeya Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hîn nehatiye wergirtin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên DBPê, hefteya borî di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.

Îro 26ê Berfanbara 2022yan, 15 siyasetmedarên desteserkirî, piştî 4 roj ji mana li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhastin. Li Dadgeha Diyarbekirê îfadeya wan dest pê kir. 13 kesên ku karê îfadeya wan li dadgehê bi dawî bû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat, hatin berdan.

Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun hat girtin û wergirtina îfadeya Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li dozgeriyê hîn dest pê nekiriye.