Li Tirkiyê nîqaşa li ser Şaredariya Stenbolê gihiştiye asteke bilind

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu îdiayên li ser karmendên xwe ku ji hêla Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye ve bi terorê ve têkîldar in tên tohmetbarkirin red kir û got: “Eger hûn neheqiyê li me bikin em ê qiyametê rakin. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê jî bersiv da Îmamoglu û got: Îmamoglu rast xeber nade. 505 kesên di serdema Îmamoglu de ketine kar lê ji bo kar neguncaw in me dosyayan radestî dozgerî kir.

Ekrem Îmamoglu li ser îdiayên karmendên şaredariyê yên ku ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiye ve bi terorê re ve tên tohmetbarkirin bi beşdariya nûner û Cîgirên Serokên 6 partiyên siyasî yên di maseya 6 qolî de li hev dicivin û bi amadebûna şaredarên CHPyî yên ji navçeyên cuda Stenbolê press konferanseke saz kir û tohmetên Wezaretê red kirin.

Îmamoglu dibêje: “Me ji Parêzgariya Stenbol û Wezareta Navxweyî re nivîsekê şand da ku ew kesên hûn tohmetbar dikin ka kî ne, bêjin em lêpirsînekê bidin dest pê bikin. Lê ti bersiv ji me re nedan. Mifetişê serokê şandeya di şaredariyê de lêpirsîn kiriye di hilbijartina parlamenteriyê de namzedê AK Partî yê. Gelek karmendên di serdema AK Partî de ketine şaredariyê me ew ji ber endamtiya rêxsitinên terorî ji kar derxist. Yê ku Soylu erkdar kiriye Serokkomar Erdogan e û berpirsê van xeletiyan jî ew bi xwe ye. Eger hûn neheqiyê li me bikin em ê qiyametê rakin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu piştî axaftina Îmamoglu bersiv da wî û îdia kir ku Îmamoglu rast xeber nade û ji min alîkarî xwest.

Suleyman Soylu got: “505 kesên di serdema Îmamoglu de di şaredariyê de dest bi kar kirine û qeydên hemûyan ji bo kar neguncaw in. Me dosyaya wan kesan radestî dozgerî kir. Me li ser karmendên serdema AK Partî de ketine kar lêkolîn kir û ji bo karkirina wan tu astengî nebû. Îmamoglu derewan dike û li min geriya got: CHP ji min hez nake, alîkariya min bike.”

Îmamoglu cara duduyan derket pêşberî kamerayan û li ser mijara xwestina alîkarî ya ji hêla Soylu ve hat belavkirin got: “Eger min daxwaza alîkarî ji Soylu kiribe bila îspat bike ku îspat kir ez ê îstîfa bikim lê eger îspat neke bila ew îstîfa bike.”