Çendîn berhemên Kurdistanê bo welatên Erebî, Ewropî û Efrîqî têne hinardekirin

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran amarên berhemên Kurdistanê yên ku îsal bo welatên derve hatine hinardekirin, eşkere kir.

Hewlêr (K24) – Li Herêma Kurdistanê 150 berhem, nîvê pêwîstiyên navxweyî dabîn dikin û îsal bi qasî 16 milyar Dolar berhem hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatine kirin. Herwiha Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran amarên berhemên Kurdistanê yên ku îsal bo welatên derve hatine hinardekirin, eşkere kir.

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdurehman îro Pêncşemê 29ê Berfanbarê di konferanseke rojnamevanî de hejmara kargeh û kompaniyên Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Mistefa Şêx Ebdurehman diyar kir, heta niha 150 berhem gihîştine wê astê ku %50 pêwîstiyên naxweyî dabîn bikin.

Ebdurehman eşkere kir, her berhemek %25ê pêwîstiya navxweyî dabîn bike, berhemên Kurdistanê dê parastî bin û bihayê gumrigê û baca zêdetir dê li ser hawirdekirina berhemên ji derveyî welat were danîn, da ku berhemên navxweyî berdewam bin.

Herwiha ragihand: “Heta niha 150 berhem gihîştine wê astê ku %50 pêwîstiya navxweyî dabîn bikin, weke nimûne; şîremenî, berhemên çandiniyê (li gor demsalan), mirîşk, paqijker, alavên avahîsaziyê; wek şîş û çîmento.”

AMARÊN BERHEMÊN HINARDEKIRÎ YÊN HERÊMA KURDISTANÊ

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran amarên berhemên hinardekirî yên Herêma Kurdistanê bo derveyî welat eşkere kir û got, li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl 120 molet, li Hacî Omeran 18, li Başmax 22, li Balafirgeha Hewlêrê 5 moletên hinardekirinê hatine dayîn û bi giştî 298 molet ji bo hinardekirina berheman hatine dayîn.

Mistefa Şêx Ebdurehman diyar kir, berhemên hinardekirî yên çandiniyê, hinar, hirmî, hijîr, tirî û hingiv bo welatên Fransa, Îtalya, Swêd, Brîtanya, Almanya, Kuweyt, Qeter û Îmaratê hatine şandin.

Herwiha destnîşan kir ku 1500 ton hinar, hinardeyî Qeter, Îmarat, Brîtanya û Kuweytê hatine kirin.

Di warê bijîşkiyê de, kargeha Awamedica, 13 cûre derman hinardeyî derveyî welat kirine.

Di warê pîşesaziyê de 16 kargehên rûnê otomobîlan li Herêma Kurdistanê hene ku hinek ji wan berhemên xwe bo bajarên navîn û başûrê Iraqê û welatên Sûriye, Lubnan, Filistîn û welatên Efrîqayê hinarde kirine.

Herwiha ava kanzayî hinardeyî Dubey, Brîtanya, Swêd û welatên din jî hatine kirin.

Di warê avahîsaziyê de çendîn kargehên çîmentoyê li Herêma Kurdistanê hene ku bi hemûyan 15 milyon ton berhemên wan hene û 10 milyon ton bo bajarên navîn û başûrê Iraqê dişînin.