Duyemîn Serokê Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê: Doza Fîncanci siyasî ye

Doza Fîncanci ku bi tohmeta"Bangeşeya terorê kiriye" jê re 7 sal û 6 meh siza tê xwestin, bo 11ê Rêbendana 2023an hate taloqkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci duyemîn car derkete pêşberî dadger. Doza Fîncanci ku bi tohmeta"Bangeşeya terorê kiriye" jê re 7 sal û 6 meh siza tê xwestin, bo 11ê Rêbendana 2023an hate taloqkirin. 

Doza Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncancı bo 11ê Rêbendana sala 2023an hate taloqkirin. Fîncanci bi mebesta ku "propagandaya terorê kiriye" jê re 7 sal û 6 meh siza tê xwestin. Fîncancî di doza xwe de ku li Stenbolê li Dadgeha Sizaya Giran ya 24emîn birêve çû de ragihand, ew mêşa hespê ye ku li serê dewletê bûye bela. Dewlet her li ku sûcan bikin ew ê ji ser pişta wê danekeve û her rastiyan bîne ziman.

Beriya doza Fîncacî jî li ber dadgehê bi beşdariya partiyên siyasî, komele, sendîka û aktîvistan, daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li vê derê daxuyaniyek da û ragihand, dewlet ji civakê ditirse loma êrîşî Fîncancî û yektîtiya bijîşkan dike.

Hevserokê HDPê Mîthar Sancar diyar kir: “Desthilat ji bo ku civakê araste bike û siyasetê ji holê rake darazê wekî amûrekê bi kar tîne. Di van deh rojên dawî de jî ev yek bi awayekî eşkere derketiye holê. Hem Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê hem jî Mamoste Şebnem Korur Fîncanci jî ji ber ku her bi awayekî rastgo tevgeriyane ji mêj ve ye ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve her wekî armanc hatine nîşandan.”

Parlamenterê CHPê Orhan Saribal jî ragihand, desthilat dixwaze hîç kesek ne biaxive û ne jî dengê xwe derbixe. Ev doz ji bo hiqûqê karesatek e.

Parlamenterê CHPê Orhan Saribal diyar kir: “Desthilatê proseyek daye pêşiya xwe û ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve ka çi destê wan tê dikin. Her ferd an saziya ku muxalîf û di nava civakê de xwedî gotine ji aliyê vê desthilatê ve yan tê destgîrkirin yan jî bi rêbaza ji karxistinê dengê wan tên e birrîn. Îro jî heman tişt tê kirin."

Duyemîn Serokê Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê Alî îhsan Orten jî diyar kir, rêbaza lêpirsîn û tohmetbariyê jî aşkere dike ku ev proseyeke plankirî ye.

Alî îhsan Orten ji K24ê re diyar kir: “Ev biryareke siyasî ye, ne huquqî ye. Heger biryar hiqûqî ba, divê mamosteya me niha ne di bin çav de ba. Lê ev 2 meh e girtî ye. Ji destpêkê heta niha hem derbarê Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê hem jî derbarê mamosteya me de mixabin polîtkayeke reşkirin û lînçkirinê dihate meşandin."

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanci li ser îdiayên ku li Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirkiyê li dijî gerîllayên PKKê çekên kîmyewî bi kar aniye gotibû; divê ev herêm ji aliyê lijneyeke serbixwe ve bi hûrbînî bê lêkolînkirin. Li ser vê yekê Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Serokomarê Trkiyê Erdogan, Şebnem Korur Fîncaci wek armanc nîşan dabûn.