Parîs ji Enqerê daxwaz dike gelê Kurd û PKKê ji hev cuda bibîne

Piştî bûyerên çend rojên derbasbûyî yên li Parîsê, Wezareta Derve ya Fransayê peyamekê arasteyî Enqerê kir û daxwaz kir, gelê Kurd û PKKê ji hev cuda bibîne.
Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna
Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna

Hewlêr (K24) – Piştî bûyerên çend rojên derbasbûyî yên li Parîsê, Wezareta Derve ya Fransayê peyamekê arasteyî Enqerê kir û daxwaz kir, gelê Kurd û PKKê ji hev cuda bibîne.

Wezareta Derve ya Fransayê îro Înê 30yê Berfanbara 2022yan di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî encam dan û di pêwendiyê de ji Tirkiyê hatiye xwestin ku gelê Kurd û PKKê ji hev cuda bibîne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Catherine Colonna ji Mevlut Çavuşoglu re tekezî li ser helwesta welatê xwe ji bo piştevanîkirina azadiya rojnamevanî û azadiya ramanan kiriye û ji Enqerê daxwaz kiriye ku PKK û rêxistinên din ên Kurdan ên ku tundrew nînin, ji hev cuda bibîne.

Herwiha Wezîra Derve ya Fransayê dilniyayî daye hevtayê xwe yê Tirkiyê ku hemû rêkarên ewlehiyê ji bo parastina nûnerên dîplomasiyê yên Enqerê li deverên ku Kurd bi awayekî berfireh lê dijîn, hatine pêkanîn.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu nîgeraniya welatê xwe gihandiye Parîsê ji ber bûyerên van demên dawî û herwiha rexne li derketina hejmarek kesayetên siyasî yên Fransî li ber wêneyên kesên ji aliyê Enqerê ve wek terorîst têne nasîn, girtiye û daxwaz jî kiriye ku rêgirî li van hewldanan were kirin.

Pêwendiya telefonî ya herdu wezîrên derve yên Fransa û Tirkiyê piştî bangkirina Balyozê Fransayê yê li Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê pêk hat, ku ji ber xwepêşandan û aloziyên van demên dawî yên li Parîsê hatibû bangkirin, ku çekdarekî 69 salî êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kiribû û 3 welatiyên Kurd hatibûn kuştin û li Parîsê xwepêşandan hatibûn kirin.