Mafnas: Girtina Keskîn Bayindir biryareke siyasî ye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hiquqnas û Mafnas derbarê girtina Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Keskîn Bayindir  de dibêjin qada siyaseta sivîl tê girtin û tê xwestin ku  nunertiya siyasî ya kurdan bi dawî bibe.

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir bi şandeyekê serdana Girtîgeha Tîpa D Ya Diyarbekirê kir û bi Hevserokê DBPê yê hatî girtin Keskîn Bayindir re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê şandeya Komeleya Mafên Mirovan li ber girtîgehê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de mafnasan bal kêşandin ku li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye û bi biryarên nehiquqî siyasetmedar tên girtin ku ev yek rêli ber çareseriya pirsgirêkan jî digire.

Serokê Şaxa Diyarbekir ê Komeleya Mafên Mirovan Abdullah Zeytûn ji K24ê re got: “Li Tirkiyeyê mirov nikare behsa hiquq û edaletê bike. Ji ber ku siyaset çi bixwaze daraz jî li gorî wê yekê tev digere. Daraz di bine bandora siyasete de maye.”

Hiquqnasan di daxuayniyê de bal kêşandin ku siyasetmedarên hatine girtin ji ber nasnameya xwe ango ji ber kurdbuna xwe girtin. Hiquqnasan dan zanîn wan li dosyeya girtiyan jî nihêrine ku girtina wan berdewamiya pêvajoya girtina siyasetmedarên ku dixwazin pirsa kurd çareser bikine ye.

Parêzer û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan Ercan Yilmaz dibêje: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo girtin û darizandina Selahaddîn Demîrtaş gotibû helwestek siyasî ye. Dadgehê gotibû bi awayeke aşkere maddeya 18. a Peymana mafên mirovan hatiye binpêkirin. Wateya wê jî ev e ku desthilat darazê hember opozîsyonê bo fişarê bi kar tîne. Girtina Keskîn Bayindir jî berdewamiya wê pêvajoyê ye.”

Di 23an Berfanbarê de li Diyarbekirê hêzên asayîşê avêtibûn ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk DBPê û Hveserokê DBPê Keskîn Bayindir jî tê 14 kes bi îddaya endambuna rêxistina neyasayî hatibûn binçavkirin û paşê jî Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir hatibû girtin.