Hevpeymaniya Navdewletî: Îsal zêdetirî 600 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat îro Şemiyê ragihand, di operasyonên sala 2022an de zêdetirî 600 endamên DAIŞê hatine kuştin û 374 kesên din jî hatine girtin.

Rachel Jeffcoat di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Hevkarên me li Iraq û Sûriyê pabendiyeke mezin ji bo têkbirina DAIŞê nîşan dan û operasyonên xwe zêde kirin.” Di heman demê de hişyarî da ku DAIŞ ji her derfetekê sûd werdigire, da ku tevgerên xwe berdewam bike.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (Centcom) duhî 29ê Berfanbara 2022an, amarên giştî yên operasyonên îsal li Iraq û Sûriyê belav kirin.

Li gorî daxuyaniya Centcomê, di sala 2022an de li Iraq û Sûriyê 313 operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê pêk anîne, ew jî wiha ne:

Di 191 operasyonên hevbeş de, li Iraqê 159 endamên DAIŞê hatin girtin û 220 kesên din jî hatin kuştin.

108 operasyonên hevbeş ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û 14 operasyonên tekalî ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve li Sûriyê hatin encamdan, di encamê de 215 endamên DAIŞê hatin girtin û 466 kesên din hatin kuştin.