Koreya Bakur îşev mûşekeke balîstîk ceriband

Îşev Koreya Bakur mûşekeke balîstîk a mesafeya kurt ber bi deryaya Japonê ceriband.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îşev Koreya Bakur mûşekeke balîstîk a mesafeya kurt ber bi deryaya Japonê ceriband.

Ajansa nûçeyan a Koreya Başûr ragihand, desthilatdarên Koreya Bakur mûşekeke balîstîk a mesafeya kurt ber bi deryaya Japonê ceriband.

Herwiha diyar kiriye, ev cara duyem e ku Pyongyang mûşeka balîstîk diceribîne û bûye sedema dirustbûna aloziya nîvgirava Koreya Başûr.

Di dawiya meha Berfanbara 2022yan, Koreya Bakur mûşekeke balîstîk a mesafeya dûr a hilgira atomî ceriband, ku Neteweyên Yekbûyî ceribandina wê qedexe kiriye.

Roja 31ê Berfanbara 2022yan, Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur sê mûşekên nû yên balîstîk ber bi arasteya rojhilatê deryaya Koreya Başûr ceribandiye.