Seroka Şaredariya Parîsê: Ev der mala Kurdan e

Anne Hidalgo serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û piştevaniya xwe ji bo Kurdên li Parîs anî ziman.

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û piştevaniya xwe ji bo Kurdên li Parîs anî ziman.

Anne Hidalgo û şandeke bilind a Şaredariya Parîsê serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û ligel berpirsên wê navendê civiya, ku di meha Berfanbara borî de kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdurehman Kizil kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.

Hidalgo li cihê bûyerê ji qurbaniyan re sersaxiyê xwest û got “Êşa we êşa me ye. Em bi we re ne, em ji we hez dikin, em we hembêz dikin. Ez dizanim ku cesaret û berxwedana Kurdan jî ji bo me pir girîng bû. Jin û mêrên Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Em dizanin ku DAIŞê li Parîsê jî gef li me xwar. Tiştê ku Kurd diparêzin aştî, yekîtî û azadî ye. Nirxên ku ew diparêzin û nirxên ku em diparêzin yek in. Di vê wateyê de komkujiya ku hatiye kirin nayê qebûlkirin. Weke heyeta Parîsê em ê ji bo ku edaletê pêk bînin çi ji destê me bê em ê bikin. Em dixwazin ji bo hevalên we yên jiyana xwe ji dest dane tiştekî bikin da ku her tim di bîranînên me de bijîn. Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo me têdikoşin û wek me difikirin bên naskirin. Ez ne tenê weke Şaredariya Parîsê, weke hevalekî we jî vê dibêjim; ji ber ku gelek tiştên ku ez bi we re parve dikim hene.”

Herwiha Hidalgo û şanda pê re çend peyamên sersaxiyê ji bo berpirsê civaka Kurd a Parîsê û xizmên kuştiyan ku di çarçoveya serdana sersaxiyê de beşdarî nobeda edaletê ya ji bo miriyan bûne, şandin.

Paşê Hidalgo û şanda pê re çûn serdana her du cihên din ên bûyerê, xwaringeh û berberxaneyekê, ku ew jî ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin.

Li aliyê din Şaredara Parîsê Anne Hidalgo di derbarê serdana xwe de li ser ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de diyar kir: “Demeke hizirkirin û hestiyariyeke mezin li kêleka hevalên me yên Kurd ewqas hewl da. Parîs wê her tim li cem Kurdên ku ji bo azadiya me bi lehengî têdikoşin bisekine. Em vê ji bîr nekin. Ew li vir li mala xwe ne.”

Di 23ê Berfenbara 2022an de li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdurehman Kizil kuştin û 3 kes jî birîndar kirin. Her sê welatiyên ku canê xwe ji dest dane, ji Bakurê Kurdistanê ne. Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams Mallet hatibû desteserkirin