Taşçier: Dibe ku hilbijartinên Tirkiyê di dema xwe de bê kirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier li ser egera hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê diyar kir ku HDP ji bo hilbijartinan amade ye.

Hewlêr (K24) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier li ser egera hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê diyar kir ku HDP ji bo hilbijartinan amade ye, lê li ber hilbijartinên pêşwext, çend astengî hene.

Îmam Taşçier beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser amadehiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên Tirkiyê diyar kir ku HDP ji bo hilbijartinan amade ye û ji berê ve amadehiya wê heye.

Taşçier li ser egera girtina HDPê ji aliyê dadgehê ve, ragihand: “Wextê ku HDP bê girtin, em nikarin bi wî navî bikevin hilbijartinan, lê em dikarin bi partiyeke din bikevin hilbijartinan, ew amadehiyên me hene, alternatîvên me hene, çend partî hene, ne yek ne dudo, em ê karibin bi wan partiyan bikevin hilbijartinan.”

Li ser tifaqên ku HDP ji bo hilbijartinên Tirkiyê beşdar e, Îmam Taşçier eşkere kir: “HDP jixwe di nava xwe de tifaqek e, di nava HDPê de 6 partiyên damezrîner hene, dûvre HDP bi aliyê çep û demokratên Tirkiyê re Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir û aliyê Kurdistanê jî, em dixwazin bi partî û rêxistin û şexsiyetên Kurdistanî re tifaqekê amade bikin.”

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier li ser egera pêkanîna hilbijartinên pêşwext diyar kir ku li Tirkiyê çend astengî li ber pêkanîna hilbijartinên pêşwext hene û li gor nêrîna Taşçier, hilbijartinên Tirkiyê dê di meha Hezîrana 2023an de were encamdan.