Demîrtaş zimanê Kurdî li malpera xwe zêde kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş zimanê Kurdî li malpera xwe ya taybet zêde kir ku ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê vekiriye.
Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş zimanê Kurdî li malpera xwe ya taybet zêde kir ku ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê vekiriye.

Selahattin Demirtaş ku niha di girtîgehê de ye, ji bo şandina pêşniyar û nêrînan, roja 2yê Çileya 2023an lînka malperekê li ser Twitterê belav kir û diyar kir, dê hemû nêrînên ku werin malpera wî, dê bi parêzerên wî bigihin wî û ew ê hemû nêrîn û pêşniyaran bi hûrgilî binirxîne.

Malpera Demîrtaş bi 4 zimanan bû û welatî dikaribûn bi Tirkî, Îngilîzî, Almanî û Fransî şîrove û pêşniyarên xwe bişînin, lê zimanê Kurdî di beşa zimanan a wê malperê de tunebû.

Nebûna zimanê Kurdî di malpera Demirtaş de, li medyaya civakî  rastî gelek rexne û nerazîbûnên ji aliyê şopîneran ve hat.

Piştî rexne û nerazîbûnan roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an zimanê Kurdî jî li ser malpera Selahattin Demirtaş hat zêdekirin.