Rêveberiya Xweser daxwaza vekirina deriyê Til Koçer ji bo alîkariyên mirovî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Til Koçber yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê de li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî dike.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê da zanîn ku girtina deriyê Til Koçer bandor li rewşa koçber û derbiderên li navçeya Rêveberiya Xweser kiriye û bi taybetî ku ev 3 sal in ew dever bi zehmetiyên hişkesaliyê re rûbirû ye.

Luqman Ehmê got jî: Pirsa alîkariyên mirovî yên ku bi rêya hikûmeta Şamê digihin deverên Rêveberiya Xweser, çendîn caran ji bo armancên siyasî hatiye bikaranîn.

Her wiha Ehmê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir dergehê Til Koçer yê bi Iraqê re li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî vekin, da ku rewşa hejarî yah eye zêdetir nebe, bi taybetî li ser koçberan.

Biryar e roja 12 vê mehê, Encûmena Asayişa Navdewletî deng bide liser biryara derbaskirina alikariyên navdewletî bo Sûriyê.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.

Encûmena Asayîşa Navdewletî roja 12ê Tîrmeha 2022an bi piraniya dengan mekanîzmaya derbasbûna alîkariyên mirovî di sînorê Tirkiyê re bo bakurê rojavayê Sûriyê, ji bo heyama 6 mehan dirêj kiribû û dema vê biryarê roja 12ê vî mehê bi dawî dibe.