Grûpên çekdaran 340 darên zeytûnan li Efrînê dibirin û didizin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê zêdetir ji 340 darên zeytûnan du li gundên Efrînê dibirin û wek êzing difiroşin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa El-Hemzat roja 5ê vê mehê 92 darên zeytûnan li gundê Kefer Zîtê yê li navçeya Cindirêsê birîn û bi barhilgiran bar kirin û dizîn.

Wê rêxistinê diyar kir jî, dora 250 darên zeytûnan li gundê Meydankê yên navçeya Şera ji aliyê çekdaran ve hatin birîn û dizîn.

Li gorî çalakvanên Efrînê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve darên zeytûnan ên Efrînê dibirin û wek êzing li bazarên Efrîn û Idlibê difiroşin ku buhayê her toneke êzing digihe 135 dolarên Amerîkî.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî ku destê xwe danîne ser bi hezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên xelkê jî hilkirine, birîne û şewitandine.