Rêjeya hejariyê li Iraqê di sala 2022an de ji sedî 25 bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Plandananê ya Iraqê ragihand, rêjeya hejariyê li wî welatî ji sedî 25 e. Di heman demê de tekezî li ser amadekirina stratejiyekê ji bo piştgirîkirina hejaran û baştirkirina rewşa jiyanê di warên cuda de kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (INA) ji zarê Berdevkê Wezareta Plandananê Ebdulzehra El-Hindawî ragihand, rêjeya hejariyê li Iraqê di sala 2022an de gihîşt ji sedî 25 ji nifûsa giştî ya Iraqê.

El-Hindawî diyar kir ku ev rêje li gorî salên 2019 û 2020an zêde bûye ku ev rêje ji sedî 20 derbas nebûbû.

Got jî, bilindbûna rêjeya hejariyê ji ber çendîn sedeman e, ji wan jî derencamên belavbûna Koronayê di salên 2020 û 2021ê de û rawestandina çalakiyên aborî û herwiha kirîza aborî ji ber daketina nirxê petrolê û rawestandina projeyan.

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku di Saziya Navendî ya Amaran a Wezaretê de amadekarî hene ku lêkolîna aborî û civakî ji bo malbatan bên kirin û tekezî li ser amadekirina stratejiyekê ji bo piştgirîkirina hejaran û baştirkirina rewşa jiyanê di warên tenduristî, xanî, perwerde û başkirina dahatê de, kir.