Di sala 2022an de herî zêde li Silêmaniyê veberhênan hatiye kirin

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Parêzgeha Silêmaniyê, di sala borî de herî zêde veberhênan li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.

Silêmanî (K24) – Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Parêzgeha Silêmaniyê, di sala borî de herî zêde veberhênan li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.

Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Parêzgeha Silêmaniyê îro Duşemê 9ê Çileya 2023an, amarên projeyên sala 2022an belav kir. Li gor amaran, di sala borî de li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê, herî zêde li Silêmaniyê veberhênan hatiye kirin.

Herwiha li gor amaran, hejmara destûrên veberhênanê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê di nava sala 2022an de, gihîştiye 39 proje û sermayeya wê jî zêdetirî milyarek û 320 milyon Dolar bûye, ev jî ji %50yê veberhênana li gor hemû parêzgehan pêk aniye û li gor sala 2021ê li parêzgeha Silêmaniyê bilind bûye.

Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Parêzgeha Silêmaniyê eşkere kiriye ku veberhênan li gor sektoran; sektorên bazirganî, pîşesazî û geştiyariyê yên pêşeng in.

Hejmara hemû destûrên veberhênanê yên li parêzgeha Silêmaniyê ji sala 2006an heta 2022an, gihîştiye 252 proje û sermayeya wê jî nêzîkî 17 milyar û 500 milyon Dolar bûye.