Ciwanên Şoreşger ciwaneke Efrînê ya 16 salî revand

Elîf Mihemed Osman
Elîf Mihemed Osman

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê da zanîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser PYDê ve keçek 16 salî ji bajarokê Til Rifetê yê bakurê revand.

Rêxistinê di raporta xwe de eşkere kir, li Til Rifetê roja 7/1/2023an, dema ku keça bi navê Alîf Osman ya 16 salî diçû dibistanê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hate revandin û bo navendeke leşkerî hate birin.

Rêxistina Mafê Mirovan di raporta xwe de da zanîn, ji ber revandinê rewşa tendIrustiyê ya dayika Alîfê têk çûye.

Li gorî zanyariyê Rêxistina mafên Mirovan, Elîf Osman sala 2007an ji dayik bûye, ji gundê Halîlê yê navçeya Raco ya Efrînê ye û ligel malbata ji dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê ve koçberî Til Rifetê bûye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistineke ciwanan e û kar û çalakiyên xwe li herêmên Rêveberiya Xweser dike û car caran jî zarok û ciwanên di bin 18 saliyê re ji bo tevlîkirina bo karên çekdarî direvîne.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.