Li Parîsê kesekî 6 kes bi kêrê birîndar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li westgeha trenê ya Gare du Nord a Parîsê kesekî bi kêrê êrîşî welatiyan kir û di encamê de 6 kes bi sivikî birîndar bûn.

Polîsa Parîsê ragihand, wan li westgehê gule li tawanbarê vê êrîşê reşandin û ew bi birîndarî desteser kirin.

Li gorî Polîsa Fransî, ev êrîş ne terorîstî ye û weke êrîşeke bi kêrê serederî pê re dikin û lêkolîn jî derbarê vê êrîşê de berdewam in.

Di kêmtirî mehekê de, li Parîsê ev duyemîn êrîşa li ser welatiyan e. Êrîşa yekem roja 23ê Berfanbara 2022an bû ku kesekî temen 69 salî li Parîsê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn û piştre jî êrîşker hate desteserkirin.