Mesrûr Barzanî: Civîna me ligel Serokwezîrê Iraqê berhemdar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê civîna îro ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de ragihand, “Civîna me berhemdar bû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Mihemed Şiya Sûdanî de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Hevdîtina me ya ligel Serokwezîrê Iraqê di dema xwe de û berhemdar bû.”

Mesrûr Barzanî ragihand, di civînê de pirsa hevahengiya di warên enerjî, ewlekarî û bûdce de hatiye gotûbêjkirin.