Şaneyeke DAIŞê li Reqayê hate girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, wan şaneyeke DAIŞ'ê ku pêwendiya wan bi êrişa li dijî navenda wan a li Reqayê re heye girt û dest danî ser madeyên teqemeniyê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û ragihand, wan roja 9'ê mehê şaneyeke DAIŞ'ê girtiye.

Da zanîn jî, piştî xebatên lêgerîn û şopandinê û delîlên ku ketine destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê, Dezgeha Ewlehiya Giştî 5 kes desteser kirin ku alîkarî dane şaneya terorîst a ku roja 26`ê Berfanbara 2022an êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojavayê Reqayê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn, endamên şaneya hatine girtin, di çêkirina mayîn û bombeyan de pispor in û plan dikirin ku kiryarên terorîst li bajêr pêk bînin.

Her wiha neşkere kir jî, di operasyonan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şaneyê re gelek madeyên teqemeniyê ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin jî desteser kirine.