150 malbat ji Kampa Holê bo kampeke Neynewayê hatin vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dibêje, wan 150 malbat ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê veguhestine kampa Cedaa ya li parêzgeha Neynewayê.

Berdevkê wezaretê Elî Abbas Cehangîr got, 150 malbatên Iraqî ji kampa Holê bo kampa Cedaa ya li parêzgeha Neynewayê ya Iraqê hatin veguhestin.

Pêştir Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Cebro ragihandibû ku wezaret dê di destpêka sala 2023an de dora 150 malbatan ji kampa Holê vegerînin, bi taybetî jin û zarokên ku ti pêwendiya wan bi DAIŞê re nîne.

Li gorî wezaretê, 8 hezar malbat li Hola Kampê di sala nû de li benda proseya vegerê ne û di bin çavdêriya Dezgeha Ewlekariya Niştimanî de û piştî lêkolînan, jin û zarokên ku pêwendiya wan bi DAIŞê nîne, dê bên vegerandin.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.