Mesrûr Barzanî: Ez bi yeksanî li seranserî Herêma Kurdistanê dinêrim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, “Li ti beşekî Herêma Kurdistanê nabe biryarên partîtî yan takekesî rê li ber cîbicîkirina kar û bernameya hikûmetê bigire. Ez bi yeksanî li seranserî Herêma Kurdistanê dinêrim û xwe li hember hemû welatiyên herêmê li hemû parêzgeh û îdareyên xweser berpirs dibînim.”

Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Welatiyên xweşewîst

Min û kabîneya xwe li pêş Parlamentoya Kurdistanê û we sûnd xwariye ku ji bo berjewendiyên bilind ên gel û welat û parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê kar bikin, ji ber wê yekê jî ji destpêka vê kabîneyê ve, me li hev kir ku mîrateya du îdareyan ji holê rakin û biryarên hikûmetê, li seranserê Herêma Kurdistanê bi heman awayî bên cîbicîkirin.

Li ti beşekî Herêma Kurdistanê nabe biryarên partîtî yan takekesî rê li ber cîbicîkirina kar û bernameya hikûmetê bigire. Ez bi yeksanî li seranserî Herêma Kurdistanê dinêrim û xwe li hember hemû welatiyên herêmê li hemû parêzgeh û îdareyên xweser berpirs dibînim. Lê mixabin rêgirî li pêş Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û vê yek jî ziyan gihande jiyana welatiyên me.

Nêzîkî du salan e di komkirina dahatê de û windabûna pereyan li bankên Silêmanî, Germiyan, Helebce û Raperînê de pirsgirêk hene. Me lêkolîn li ser vê pirsê kir û li Wezareta Darayî û Navxwe komîteyek ji bo lêkolînkirina vê pirsê hatiye avakirin. Lê belê eslê vê pirsgirêkê ew e ku hinek kes û alî ji bo berjewendiyên xwe destêwerdanê di pêvajoya komkirina dahatê ji van sînoran dikin, ji ber wê jî ev kes û alî berpirs in ji ziyanên ku gihandine welatiyan û saziyên hikûmetê.

Zelalbûn ew e ku hikûmet bi xwe çavdêriya proseya komkirina dahatê bike, ne tenê agahdarî vê beşa ku ji hikûmetê re hatiye veqetandin be. Di destpêka vê kabînê de me hewl daye dahatên herêmê ji nû ve birêxistin bikin û heta asteke baş em serkeftî bûne, her ji ber vê yekê jî, me karî di destpêka pandemiyê de, serdema dijwar a bêdahatê derbas bikin.

Welatiyên birêz

Demek e ji aliyê damûdezgehên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve ku hevbeşa sereke ya vê kabîneyê ye tê gotin ku li ser Silêmaniyê dorpêç heye. Hemû pisporên rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê dizanin ku dahata petrolê û her wiha ew beşa budceyê ya hin caran Bexdayê hatiye, bi awayekî yeksan hatiye dabeşkirin û mûçeyê karmendan jî hatiye dayîn. Tiştê balkêş jî ew e, dahata herêmê ya neneftî ye, ku piranî wê ji dahata deriyên sînorî ye, lê mixabin rê nehat dayîn ku ev yek li Silêmanî, Germiyan, Helebce û Rapêrînê were rêkxistin, ji ber wê jî rêveberiya YNK’ê ji rewşa van herêman berpirsyar e.

Eger berjewendiyên welatiyên me di ser berjewendiyên partiyê re bên danîn, wê demê çareseriya vê rewşê hêsan e û plan û bernameyên me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heye û ji bo çareserkirina wê jî me gavên baş avêtine. Lê mixabin pêşî li pêkanîna wê hat girtin û piştre jî kiryara terorkirina Hawkar Caf, ev prose bi temamî têk bir.

Pirsgirêkên darayî û mijara komkirina dahatê, ev nêzî du salan e didome û li ser vê mijarê bi dehan civîn hatine lidarxistin û hêviyên baş ji bo çareserkirinê hebû. Biryara Encûmena Wezîran jî heye ku hêzên hevbeş bişînin deriyên sînorî, lê YNKê rê li ber wê girt û gefa wê yekê xwar ku eger ev yek were kirin dê şerê navxweyî derkeve. Ji ber wê jî di vê demê de dubare derxistina vê mijarê, tenê ji bo ronahî neyê xistin ser bûyera terorkirina Hawkar Caf li derdora paytexta Herêma Kurdistanê bû. Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bûne sembola şerê li dijî terorê û nabe li navxweya Herêma Kurdistanê kesek ji bo yekalîkirina pirsgirêkên xwe, serî li terorê bide.

Di vê dozê de me ti aliyek tawanbar nekir, tenê navên çend kesên tawanbar hene ku divê radestî dadgehê bên kirin. Bi vê mebestê jî nivîseke fermî ji aliyên pêwendîdar ên Silêmaniyê re hatiye şandin. Her ji destpêkê ve me got ku divê komîteyek hevbeş a lêkolînê hebe û bila aliyê sêyemîn jî, li ser asta navdewletî beşdarî lêkolînê bibin, lê mixabin ti bersiv ji vê daxwazê ​​re nayê. Anku pirsgirêka dahat û rewşa darayî ya Silêmaniyê nîne. Ji me tê xwastin ku doza terorkirina Hawkar Caf bitepisînin ku ev jî daxwazeke nerewa ye û divê welatiyên Herêma Kurdistanê qebûl nekin.

Rewşa herêmê ji me daxwaz dike ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi xurtî pêşde biçin. Ji bo berjewendiya giştî û ji bo derbaskirina vê qonaxê, ez van xalan didim pêşiya raya giştî û hemû aliyan:

Yekem: Derbarê doza terorkirina Hawkar Caf ku sedema sereke ya vê rewşa aloz e, ez bang dikim ku pêşî li tawanbar radestî dadgehê bê kirin û piştre komîteyek hevpar ji saziyên pêwendîdar bi amadebûna aliyekî navdewletî û nûnerên Parlamentoya Kurdistanê yan jI her welatekî dost ku bixwaze beşdar bibe, bê avakirin, ji bo ku di zûtirîn dem de lêpirsînek bi wan re were destpêkirin û encaman ji raya giştî re aşkere bikin.

Duyem: Di destpêka Kabîneya Nehemîn de, daxwaz hat kirin ku pirsa nenavendî û şorkirina desthilatê di dahat û xerciyan de bê kirin, ji ber wê ev desthilat hat şorkirin. Niha tîma wezîran a YNKê daxwaza navendîkirina xerciyan dike, eger wiha tê xwastin, divê berhevkirina dahatê jî bi navendî be û proseya berhevkirina dahatê, nemaze li xalên sînorî, di bin çavdêriya navendî ya hûr de be. Ji bo vê yekê jî divê hevahengî di navbera wezaretên darayî, navxwe û Pêşmerge de hebe ku rê li ber qaçaxçîtiyê û destdirêjî li ser dahatên sînoran bê girtin û ji bo vê armancê, avakirina hêzeke hevbeş gelekî pêwîst e.

Sêyem: Nabe astengî li pêşiya proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge hebe. Di vê kabîneyê de me pêngav bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge avêtine û divê hêza Pêşmerge, bibe hêzeka niştimanî ya bihêz, bo parastina qewareya destûrî ya Herêmê û dûrxistina gefan, dûrî ajandayên partîtî û takekesî.

Çarem: Ji bo berjewendiya giştî û proseya demokrasiyê li Herêmê, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de rûniştina xwe ji bo aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan pêk bîne. Ji bo ku di pratîkê de gav ji bo hilbijartinan bên avêtin û pêwîst e îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin û em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de amade ne ku di zûtirîn dem de hemû pêwîstiyên hilbijartinan dabîn bikin.

Pêncem: Divê aliyên siyasî yên beşdar di hikûmetê de, weke partî, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û nabe di nava hikûmetê de bin û rola opozîsyonê bigirin. Pêwîst e wezîr û tîmên wezarî bernameya hikûmetê pêk bînin û pirsgirêkên siyasî neguhêzin nava hikûmetê. Divê pirsgirêkên siyasî li derveyê hikûmetê bên çareserkirin, ne ku karê hikûmetê asteng bikin.