Serok Barzanî: Hunermend Umer Çawşîn xizmeteke berçav ji bo miletê xwe kiriye
Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hunermendê Kurd Umer Çawşîn peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, Umer Çawşîn di warê hunera şano û dramaya Kurdî de bi awayekî dilsoz xizmeteke berçav kiriye.
Peyama sersaxiyê ya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê navdar û hunermendê Kurd Umer Çawşîn gihîşte min.
Umer Çawşîn ê rehmetî di warê hunera şano û dramaya Kurdî de bi awayekî dilsoz xizmeteke berçav ji bo miletê xwe kiriye. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hunermendên Kurdistanê re dixwazim û hevparê xemgîniya wan im."
Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê rehmetî Kak Umer Çawşîn bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê vegerin cem wî)
Mesûd Barzanî
16ê Çileya 2023an