Dayîka Mîr Perwer koça dawî kir

Fîlîz Aydin, dayîka hunermedê Kurd Mîr Perwer ku di 23ê Berfanbara 2022an de li Parîsê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû, koça dawî kir.
Mîr Perwer di 23ê Berfanbara 2022an de li Parîsê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû
Mîr Perwer di 23ê Berfanbara 2022an de li Parîsê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû

Navenda Nûçeyan (K24) – Fîlîz Aydin, dayîka hunermedê Kurd Mîr Perwer ku di 23ê Berfanbara 2022an de li Parîsê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû, koça dawî kir.

Cenazeyê hunermend Mîr Perwer ku navê wî yê fermî Şîrîn Aydin e, roja 5ê Çileya 2023an de li gundê wî yê li Mûşê bi xakê hatibû spartin.

Hat ragihandin ku piştî merasîma cenazeyê Mîr Perwer, dayîka wî Fîlîz Aydin bo beşa çavdêriyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê hatiye rakirin. Hatibû eşkerekirin ku beriya çend salan dayîk û bavê Mîr Perwer di bûyereke trafîkê de birîndar bûne û dayîka wî nexweş ketiye.

Li gor agahiyan, Fîlîz Aydin di derdora demjimêr 19:00ê de ji ber bêhntengiyê koça dawî kiriye. Kesûkarên Aydin ragihandine ku Fîlîz Aydin dê li cem kurê xwe Mîr Perwer bi xakê were spartin.