Mesrûr Barzanî: Bexda pêbend e biryara li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hikûmeta Iraqê pêbend e ku biryara Dadgeha Federalî ya li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê rawestîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê di hevpeyvînekê de ligel “Reuters” got, dibe ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de di mehên bê de bi derxistina yasaya petrol û gaze, bên çareserkirin.

Got jî, rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê ya li ser projeyasaya bûdceyê dê alîkariya Herêma Kurdistanê bike ku pirsgirêka paşxistina mûçe çareser bike û deynên kompanyayên petrolê di dema xwe de bide.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî, wan li hev kirine ku heta yasaya nû ya petrol û gazê neyê derxistin, hemû fişarên li ser herêmê rawestin.

Dadgeha Federal a Iraqê di meha Sibata 2022an de derbarê petrola Herêma Kurdistanê de biryar dabû ku divê petrola Herêma Kurdistanê bikeve bin desthilata hikûmeta navendî, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew biryar red kir û nedestûrî bi nav kir.

Li gorî karnameya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di nava 6 mehan de, projeyasaya petrol û gazê û bûdceyê li gorî destûra Iraqê amade bikin.