Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Çileyê li Davosê, ligel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El Falih civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Çileyê li Davosê, ligel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El Falih civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de, hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî diyar kir ku di demeke nêz de şandeke bilind a veberhênanê û karsazên Erebistana Siûdî, dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bikin ji bo gotûbêjkirina derbarê derfetên veberhênan û pêşvebirina pêwendiya bazirganiyê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser karnameya Kabîneya Nehem a di warê berfirehkirina çavkaniyên dahatê de û girîngîdana çandinî û pîşesazî û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo veberhênerên navxwe û derveyî welat.

7
76
576