Li ser êrîşa li Merdînê 4 gumanbar hatin desteserkirin

Wêne: AA
Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî li parêzgeha Merdîn a Bakurê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de, 4 welatiyên Herêma Kurdistanê hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Îro jî 4 kes bi tohmeta ku destê wan di êrîşê de heye hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgarê Merdînê ve hatiye dayîn, di lêpirsînê de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Parêzgarê Merdînê da zanîn jî, lêpirsîna derbarê bûyerê de bi hûrî berdewam dike.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, derengê şevê li ser riya bajarokên Artukluyê û Nisêbînê yê bajarê Mêrdînê li nêzikê devera Yenîkoyê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê hate kirin, di encamê de jî, 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku kesê pêncem ê ku di êrîşê de bi birîndarî bo nexweşxaneya Elezîzê hatibû veguhastin jî canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li parêzgeha Mêrdînê şermezar dike û bang li dewleta Tirkiyê dike ku di zûtirîn dem de sedemên vê tawanê eşkere bike û tawabaran jî rûbirûyî dadgehê bike.