Hejmara desteserkiriyên êrîşa Mêrdînê zêde bû

Roja derbasbûyî 5 welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya navbera Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin û derbarê bûyerê de 4 kes hatibûn binçavkirin, hat zanîn bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatine binçavkirin.

Diyarbekir (K24) - Roja derbasbûyî 5 welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya navbera Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin û derbarê bûyerê de 4 kes hatibûn binçavkirin, hat zanîn bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatine binçavkirin.

Derbarê bûyera Nisêbînê de hijmara binçavkiriyan bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî Komarî ya Mêrdînê lêpirsîna derbarê êrîşa Nisêbînê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê di navbera rêya Nisêbîn û Mêrdînê de rastî êrîşek çekdarî hatibûn û her 5 jî hatibûn kuştin, biryara binçavkirina 2 kesên bi navên M.Y û Z.K  da.

Bi vê yekê jî hejmara binçavkiriyan bû 6 kes.  Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.

Cenazeyên qurbaniyên êrîşê ji aliyê malbatên wan ve hatin standin û bo Herêma Kurdistanê hatin veguhestin.