Baroya Diyarbekirê êrîşa li Mêrdînê şermezar kir

Baroya Diyarbekirê êrîşa li Mêrdînê ya li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û bang li rayedaran kir ku tawanbar derkevin pêşberî dadgehê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Baroya Diyarbekirê êrîşa li Mêrdînê ya li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û bang li rayedaran kir ku tawanbar derkevin pêşberî dadgehê.

Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşa çekdarî ya li dijî pênc welatiyên Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Me bi xemgîniyeke mezin ve bihîst ku li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê, ji du malbatên Duhokî, sê ji wan jin, pênc kes di encama êrîşa çekdarî de hatine kuştin. Em vê êrîşê şermezar dikin û em li bendê ne ku derbarê êrîşê de lêpirsîneke aktîv were meşandin û tawanbar derkevin pêşberî darazê.”

Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Îro Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.