Saziyên sivîl ên li Nisêbînê: Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin

Nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî li Nisêbînê hatin ba hev û êrîşa roja 19ê Çileyê ya li ser rêya Nisêbînê ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê tê de hatin kuştin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Nisêbîn, wêne: arşîv
Nisêbîn, wêne: arşîv

Mêrdîn (K24) – Nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî li Nisêbînê hatin ba hev û êrîşa roja 19ê Çileyê ya li ser rêya Nisêbînê ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê tê de hatin kuştin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Du roj berê, 3 ji wan jin 5 kesên ku ji Duhokê ji bo tedawî û geştê hatin welatê me, bi awayekî hovane hatin kuştin. Em wek saziyên sivîl û xelkê Nisêbînê ku bajarê aştî, aramî û biratiyê ye, ji ber bûyerê gelek xemgîn in, em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em wek xelkê Nisêbînê yê mêvanperwer, eger me pêşbîniya bûyereke wisa bikira, bi hemû welatiyên xwe, me dê berevaniya birayên xwe yên Duhokî bikira. Ji bo ku li navçeya me bûyerên wisa careke din rûnedin, em ê hemû hewlên xwe bidin. Her kî dibe bila bibe, piştî vê saetê kesên ku navê Nisêbînê û xelkê Nisêbînê xerab derxe, bersiva vê dê gelek tund werbigre. Bila her kes vê yekê bizane.”

Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Mêrdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Roja Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.