Birayê yek ji tometbarên bûyera Merdînê: Birayê min 5 sal in li Duhokê kar dikir

Navenda Nûçeyan (K24) – Birayê yek ji tometbarên kuştina her 5 welatiyên Duhokê ji K24ê re ragihand, ew di wê baweriyê de ne ku birayê wan ew tawan nekiriye û hêvî kir jî ku eger tawanbar be jî, neyê berdan û cezayê xwe yê yasayî werbigire.

Hacî Xalid birayê yek ji wan kesên ku bi tometa kuştina 5 welatiyên Duhokê li ser rêya Nisêbîn-Merdîn hatiye girtin ji K24ê re got. “Bûyer çawa qewimî û birayê me çima wiha kiriye, em nizanin. Ez bawer im birayê me tiştek nekiriye, lê eger tiştekî xelet kiribe, em hêvî dikin ku neyê berdan û bê cezakirin.”

Hacî Xalid got jî: “Birayê me ti carî nehatiye girtin û ti kes nekuştiye. Bawer bikin nikare mirîşkekê serjê bike. Em nizanin çawa ketiye vê nava pirsgirêkê.”

Da zanîn jî: “Birayê min nêzî 5 salan e li Duhokê di kompanyayejê de kar dikir. Ev 4 roj in di betlaneyê de ye û vegeriyaye Merdînê, me jê pirsî ka çima vegeriyaye, wî got îzin wergirtiye û dê çend rojan li vir bimîne, piştre dê vegere Dihokê. Hevjîn û zarokên wî li vir in û heta niha mala wî li vir e, tenê ji bo kar diçû Duhokê û piştî çend rojan vedigeriya.”

Hacî Xalid got jî: “Roja piştî bûyerê, dema nîvro me zanî ku 5 welatiyên Dihokê hatine kuştin û birayê me jî ji ber destêwerdana wî di bûyerê de hatiye girtin.