Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanoskî dawî pêşhatên danûstandinên Hewlêr – Bexdayê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de îro 21.1.2023an ligel Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyan bo Îraq û Herêma Kurdistanê kirin û hevnêrîn bûn ku çareserkirina kêşeyan dî bibe sedema aramiya Îraq û navçeyê.

Ji aliyê xwe ve Balyoza Amerîka piştevaniya welatê xwe ji bo diyalog û hewlên çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û spasiya rola erênî û hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, her wiha çend pirsên cihê giringiya her du aliyan, mijarên din ên vê civînê bûn.