Fuad Husên ji K24ê re: Reşnivîsa bûdceya sala 2023 ya Îraqê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) –  Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Aborî radigihîne, reşnivîsa budceya Iraqê ya sala 2023an amade ye.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Aborî û Serokê Komîteya Darayî û Aborî ya Encûmena Wezîran Diktor Fuad Husên ji K24ê re ragihand, reşnivîsa budceya Iraqê ya sala 2023an amade ye û zêdetir ji 130 milyar Dolar e ku li gorî buhayê bermîlek petrolê di navbera 65 û 75 dolaran de hatiye danîn.

Fuad Husên got jî, Li ser reşnivîsa bûdçeya sala 2023'an gelek civînên berfireh li dar xistin û reşnivîsa amade ye û dê pêdaçûna dawî jê re were kirin.

Destnîşan kir jî, di rojên pêş de, piştî temambûna wê, dê ji Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê re bê şandin.