Dadgeha Destûrê ji bo serîlêdana HDPê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê sibe ji bo serîlêdana HDPê dicive. HDPê xwastibû biryara doza girtina wê, piştî hilbijartinan were dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 16ê Çileyê de serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû û xwastibû ku biryara li ser doza girtina wê, piştî hilbijartinan were dayîn. Dadgeha Destûrê jî sibe Pêncşemê li ser vê daxwazê dicive.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê di 17ê Adara sala 2021ê de doza girtinê li HDPê vekiribû û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di 10ê Çileya 2023an de jî gotara xwe ya bideng pêşkêşî Dadgeha Destûr kiribû.

Pêvajoya girtina HDPê di demekê de ye, Tirkiye heta çar mehên din dê biçe hilbijartinan.

HDP bi tawanên wek “karkirina li dijî yekitiya komara Tirkiyê û pêwendiyên rêxistinî ligel PKKê” tê tawanbarkirin. Tê xwastin jî, 451 endamên HDPê ji siyasetê werin qedexekirin.

Heger 10 ji 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bêjin erê, HDP tê girtin. Ji bilî egera qebûlkirina daxwaza girtina HDPê, yan jî redkirina vê, doz dikare bi qutkirina alîkariya gencîneyê bo HDPê jî encam bide.