HSDê li Reqayê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya li Reqayê kir.

Navenda Ragihandinê ya (HSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir, ev operasyon ji bo tolhildana kuştina 6 şervanên wan e ku roja 26 meha Berfanbarê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Diyar kir jî, operasyonên berfireh îro Çarşemê 25`ê Çileyê demjimêr 12:00 de dest pê kirin, bi ser bi dehan xal û cihên veşartî yên muhtemel ên li Reqa, gundewarên wê, Tebqa û gundewarên wê, Sirîn û Kerame û gundewarên wan de hat girtin.

Operasyon li gorî plana jê re hatiye danîn û dema hatiye diyarkirin hat pêkanîn û bi encam bû. Dê encamên wê piştre bi daxuyaniyekê werin parvekirin.

Li gorî daxuyaniya HSDê, DAIŞê Reqa wek herêmeke sereke ya qaşo xîlafeta xwe didît û sala 2017`an li wir hat têkbirin. Ji ber wê jî bi hemû rêbazên terorîstî, hewl dide aştiya civaka xwecihî ya vî bajarî tê bibe.